Niviskarê xwedî yê xelata Nobelê ( 1962)John Steinbeck berî 25 salan ( 1937) ev berhem nivîsiye. Ango em dikarin bêjin hîn dema xeşîmiya niviskariya xwe de ev berhem nivîsiye.
Mişk û Mirov di her aliyê xwe ve balkêşe: Nivîskar sazka bernema xwe li ser têgeha "Xewna Emerîkayê" ( American Dewam) avakiriye . Mişk û Mirov piştî çend salên rudana vê têgehê hatiye nivisîn. Qaşo li Emerîkayê hemî mirov xwediyê heman derfetêne . Bes bila bi kêreke baş hewl bidin.Lê niviskar bi vegotineke hûr û kûr diyar dike ku rastiya wê xewnê tuneye xewn tenê xewne.Em dibinin ku ew qas hewildana herdu hevalan d tiştekî qenc naçe serî. Ew xeyala ku wan avakiriye yekcar hildiweşe. Wekî hêlina mişka helbesta Helbestvanê Îskoçî Robert Burns (1785). Erê Stenbek navê vê berhemê û hizra wê ji helbesta Ji Mişk re( To a Mouse) standiye. Û diyar dike ku hizra baş u hewildana baş mirov serfiraz nake. Wekheviyeke derfetan tuneye. Di nava vê çerxa mezin an Emerikayê de takekes û komên piçûk dihêrifin . Axirî herdu hevalên dilsoz tevî xeyala xwe têk diçin.
Berhem bo Emerîkayê rexneyeke tuj û edebiye . Ji bo dinyayê jî şiyariye. Hindurê xewna Emerîkayê vala ye. Emerîka xwediyê çerxeke diran stur a wek Alane. Û çi dikeve ber dihêre.
Gel nezan e, cors e. Gel serxweş e. Gel zexel e. Çavbirçî ye. Pis e. Derewkar e. Çavnebar e. Gel, tê wateya bi milyonan zikën birçi. Gel ajaleke kovî yê ku divê azadî pê neyê dayîn.
Ku hûn ya rast bixwazin, ev gotinên kirêt ên ku ji bo gel hatine gotin, ji sedî not, notu pêncên wan rast in. Lê sûcdarê vê yekê kî ye?
Erê, di axa beyar a ku hatiye terkkirin de ne gul şîn dibin, ne xiyar ne jî kartol. Li wir gezgezk şîn dibe, strîbeloq şîn dibe.
📚🔔 Tatil zili çaldı!
Bir yıl boyunca verilen emeklerin ardından şimdi dinlenme, keşfetme ve yeni maceralara atılma zamanı. 🌞
Bu yaz bol kahkahalı, bol anılı ve elbette bol kitaplı geçsin. Tüm öğrencilere keyifli tatiller diliyoruz! 💙📖
Keşeyê Uris ê dijber desthilatdariya demê (Çar) sekinî, xeynî vegotina çîroka Finlandayê a balkêş metleba wî ewe ku Çar û civata Uris rexne bike.
Erê Finlandya bi rêvebir û gelê xwe kedeke mezin û bi jîriya xwe welatek nû avadikin. Lê biryarên siyasi ê stratejîk jî didin (#304632160 ) Biryara tevlîbûna Urisyetê a karên hundir de azadbûnê tîne. Rewşenbîr û siyasetmedarên Fînî bi vê motîvasyonê dikevine nava gel,bajar bi bajar, gund bi gund gel perwerde dikin. Wî welatê tenê tarçik û kevir heyî de sosinê sipî şîn dibin.
Petrov vê berhema xwe a dîdaktîk ewqas îdeal dike xwêner dibe hijmedkarê gelê Fînê. Vegotina bi kelecan û retorîk jî dibe hîmek ji berhemê re. Niviskar sazka bernema xwe li ser şerê di navbera başî û nebaşiyê a di navbera reş û spî de avadike. Her çi qas gelek tişt hatibin îdealîzekirin jî. Nîqaş li ser başiya îdeal te kirin. Ne başbuna Kabîl bigire heya başbuna Îsa û hwd gelek mesele hene. Bermema dokumenterî Welatê Sosinên Sipî bi Kudî ya Medenî Ogut hatiye berdestê xwênerên Kurd
Weki berê hûn dixwazin disa di bin desthilata Swêdê de biminin? Yan, bi şertê ku hemû mafên gelê Finlandayê di destê wan de be-nexasim di karên hundirîn de- hûn dixwazin bi Rûsyayê ve we rin girêdan?
Nünerên gelê Finlandayê pevgirêdana bi Rûsyayê re pejirandin