ne hewr bûn dibêjin
diranên marên korbûne jahr
mirin, ma wexta kêfa te bû te kêf dikir!
tu hê jî li destên bi hine digerî,
li dilên piçûk,
li jinên bi tîna mirazan distewin...
ew kî bû rahiştibû temeziya ji jarê
bi govenda meytên sar şadibû!
kî bi diranan hêlkana ‘Miriyên Adarê’ dihejand!
û jar vedirişiya,
maçên zarokan di axa sar de veşart!..