Be'sê birêz Ehmed Hesen Bekir, wiha gotibû: "Mafê her erebî heye ku li ser axa Iraqê bijî." Mafê me jî heye ku em bipirsin: Ma mafê her kurdekî jî heye li ser axa Iraqê bijî? Weke ereban û li gor maddeya 17mîn a destûrê ku dibêje "Iraqî di maf û erkan de wek hev in"?!'
Em ne di wê baweriyê de ne ku bersiv be'siyan ji bo pirsa me bibe bersiv. Ji van tiştên ku li jor hatin gotin, me digihîne wê encamê ku partiya Be'sê ji ber xeletiyên ku di sala 1963yan de kir ji bilî pêwîstiyên çêkirina çarçoweya taktîkî û li gorî tec-rûbe û nûçeyên xwe, helwesta xwe li ser gelê kurd û mafên wan ên neteweyî neguherandiye. Ji bo nêrîna paşverû ye şovenîst ku karaktera giştî ya vê partiyê pêk tîne, neguheriye û wê neyê guhertin
Bazı hikâyeler tam tahmin ettiğin gibi ilerler. Bazılarıysa son sayfada tüm bildiklerini sorgulatır. 🤯
Ters köşeleri seviyorsan, seni sonuna kadar merakta bırakacak 3 kitap önerisini keşfetmeye hazır ol!
Weke ku daxuyaniya Konseya Fermandey
Şoreşê ya di meha Mijdarê de "ji gelê kurd
re hatiye dayîn" diyar dike. Ofisa Karûbarên Bakur "bi eşkere û zelalî, ku hikûmeta Be's a niha Kurdistanê nas nake, belkî li gorî ku jê re dibêje “bakurê ezîz" yê "welatê xwe yê ereb" û "perçeyek vî welatî dibîne", ev yek di hewldana xwe de mijareke bingehîn e."
eKevneşopî û felsefeya vê partiyê jî ev e,ne hewce ye ku em ji vê zêdetir hêvî bikin. Gelê me, piştî ku ew li Iraqê hatin ser desthilatdariyê piştî derbeya wan a navdar a 8ê Sibata 1963yan, ew jî tecrûbe kir. Li dijî zarên miletê kurd şerekî berfireh é tune- kirinê dan destpêkirin û birêz Salih Mehdî 'Amaş ev kiryara hov û dirinde bi serbilindî nirxand û ji bo artêşa Iraqê wek "seyranek nîştimanî" wesif kir.
Ev başiyên bi navê biratiya ereb û kurd e
bo me. Ev jî di fer- henga be'siyên ereb de maneyên biratiyê ne. Ne ecêb e. Ji ber ku partiya Be's di birdoziya xwe de partiyeke nîjadperest e. Di siya- seta xwe ya serekî de, di serokatiya xwe de jî paranoyak e. Çawa ku zarok li pey pêlîstoka xwe dibeze ew jî wiha li pey azweriyên xwe dibeze. Ew axa di navbera Okyanûsa Atlantîk û çiyayên Paştkoyê de wek "welatê ereban" dihesibîne, yanî hebûna Kur- distanê nas nake. Û ew hewl dide ku herkesê
ku "baweriya xwe bi ramana neteweperestiya erebî nayîne" ji vî "welatê ereban" derxîne.