Rojekê, di destpêka şerê Cîhanê yê pêşîn
de, min û bavê xwe, bi hev re lîska Şetrencê lîst,
nizanim çawa bû, ji min re li hev hat û min zora
wî bir, hema lîsk kuta bû, ji nişkave, ez rabûm û ji
paş ve vegeriham, bi dû-sê gavan dûrî masê
ketim. Bavê min ji vê tevgera min î ji nişka ve
mat û zehî ma!! Ewî ji min re got: Çi bi te hat?
Min bersiva wî da; Min texmîna darê lêxistinê
kir, vêca ez dûr ketim mîrzayê min. Ji vê henekê,
peyar pir kenî û şabû.
û karên mîrên hev peyivîn. Hevdê Mîrê Behdînan
ji Xelef re got: -Ma ev çi rewş e li Botan e?
Herdem di nav şer û nakokiyan de ne. lê Mîrê
min, li welat û herêmên wî herdem xweşî,
bêdengî û haşbûn e.
Xelef lê vegerand û got:- Mîrê te dîkê di nav
sedên mirîşkan de ye. Lê Mîrê min beranê di nav
hezarên ji beranan de ye, û ev e sedema haşbûna
li nik we û nakokiyên li nik me.
Ka kî li cîhanê bê guneh heye, bêje min?
Yê bê guneh çawa jiyaye, bêje min?
Nepakiyê bi te dikim, tu jî nepakiyê bi min dikî.
Çi cudayî di nav min û te de heye, bêje min?
bû ferman,
xêr nakê xew!!
rabin...rabin,
li cîhanê min topa
azadîye te teqand.
ez bûm dildar
ez bûm Memo
ez bûm Ehmedê xanî
miftiyê civîn û civandinê
bi noşî yan ne noşî,
ji dew
nîvîşkê(nûbuhar).
ji bo biçûk û mezinan
ji bo kurdan...
raweste...biramîne...
ji bo yekitîyê...hevgirtinê...
dasê navêje
zadê sinordaşan,
gûça pir nekin...cihe nebin..
ez bûm genim ,
peyama min
giha yezdan,
ez kurdim...
ez kurdim..!!