Wa însanîyetê!
Ka, tu li ku mayî lê? Ji bo çi deng ji te nayê?
Çima tu di rûyên wan napijiqî, katê bazirganîyê bi navê te dikin?
Tu çi pepûk û reben dibî, gava tu li ber çavên xwe serjêkirina zarok, pîrek û extîyaran dibînî û tu dengê xwe nakî, ne tenê tu bêdeng dimînî, heya tu çavên xwe jî digirî.
"Însanîyet, edalet û maf" her roj em van peyvan di rojname û kovaran de dixwînin, her tim jî em devên sîyasîyan dibîhisin. Bi xwe ev tiştên ha ji me dûr in, wilo jî tam û bêhna wan ji me dûr e. Xwe nêzî me nakin û her em li pey we dikevin, hûn ji me direvin.
Em niha nezan û kole ne, lê ku hat û milet xwe nas kir, vêga tu hêz li dinê, wê nikaribin li hember bisekinin... Bi vî awayî gelê cîhanê bi serketin, wiha ji miletê me wê bi ser keve..