Silav li we gêncên me !
Tenê yê li ser milên
wan, xitik û deq û dome
Yên naçin dibistanê, berê xwe dane kolanê
Yên li serê bavê xwe,
bûn sorûn û bûn bele
Di Navbera te û nebaşa,
çi ferqa wê ma paşa
Hina rakirin navê şehîd,
hina xwe kirin Egîd
Hin xwe kirin Bêrîtan
û hina xwe kirin Zîlan
Weey mala te ne-ava,
qey ne heyfa wan nava
Ger gêncên me wiha bin
nivşên din wê çawa bin
Ev gêncên me ne Tixtor,
hîn em bi vê razine
Xwedê me biparêze, ji belaya mezintir.