Çiya Kaya

Çiya Kaya
@Kaya_25
Muhasebe
Üniversite
Fransa
Watansiz
27 okur puanı
Ocak 2021 tarihinde katıldı
Xwezî ez teyrêkî baz bibûma Bifirîyama ser welatê xwe Min bang bikira li dor xwe Şîn bibûma li ser axa xwe Hêdî sebra min qet nayê Dengê dilê min ji Kurdan tê Ez kor û lal bûm Min xwe ji dil da winda kirî ye Ax welatê min, sebra dilê min Te agir berda nav dilê min Pel û baskên min şikestî ne Ez li welatê xerîb mam…. Dilê Çîya
“Yeterince kitabın var” diyenlere cevabımız hazır.
Helbest şiir kurdî
Ez ezim, kor û lalim Min xwe nedît bê zimanim Bê serî û bê pê me Bê welat û bê dîyarim Ez ezim, kal û lalim Bê jîyan û bê bavim Min xwe nedît li xwe Ji dilda kur dinalim Ez ezim, ji dilda birîndarim Ne çareye limin, hevîdarim Na xwazim ez bimirim Ax welato dixwazim tebibînim … Dilê Çîya
Helbest Kurdî Şiir
Ay lê welato Pel û baskê min şikestî ye Ez ji dilda birîndarim Ne çareye li min Li ser doxtor û hêkîma Ax lê welato Destê min nagêje te Te Ez kor û lal kirim Li wî welatê xerîbîye Ay lê welatêmin Ez dîn bum, bum êvdal Min xwe nedît hedî Ketîm deşt û hola Digerim te nabînim Bi sal û zemana Ez mam li welatê xerîbî ye… Dilê Çîya
Helbest Şiir Kurdî
Ez hedî westîya me Di nava çar duvara da mame Xwen û hêyalê min sar bu ye Ez tenê dilê xwe da ma me… Dilê Çîya
Şiir Kurdî helbest
Ax welat ê min Delal ya dilê min Ronahîya çavê min Tu pir şirînî li dilê min Ax welat ê min Kurdistana dilê min Ez ji te dur ketim Te agir berda dilê min Ax welat ê min Çavê dijmin li ser teye Her der hatîye girtinê Ez mam li wî xerîbîye Ax welat ê min Derbas dibe zal û zeman Min te nedît bi wan çavan Ax welatê min Kurdistan… Dilê Çîya