çawa bikarim bigihêm te?
ger buhuşt î,
ji min re bêje,
da ku dua ji hemû xwedayan bikim.
ger dojeh î,
ji min re bêje,
da ku dinyayê bi gunehan dagirim.
çawa bikarim bigihêm te?
ger welatekî dagirkirî yî,
ji min re bêje,
da ku bo te alayekê ji postê xwe bidirûm.
eger tu jî wek min qereçiyek bî,
tixûbekî li dor min bikêşe,
û,
min ji xwe re bike welat.
lê bêje: çawa bigihêm te?
Abdulla PEŞÊW