Li ser van şive rêyan gelek ba, bahoz û firtone derbas bûn, gelek tişt bi xwe re birin, lê nekarîn şopên pêlavên kesên ku dildarên welatê xwe ne bibin. Her tiştek li ber ew bayê ket, lê şopên ku hatine danîn li hember tu tiştekê neket..
Gor. Gor..
Pir ji minre kolandin.
Le hêmi gor ji bo nâ xwe kolandin.
Edî taqat nine na xwaze xwe bi xemla zarokên min bi peçe.
Edî mirin ji ber nawemin bazdide.
Edî windabûn nine.
Nikare nawemin winda bike û jiyan çawe xwe awetiye. Ji çawemin di pelîke.
Pîrrr .. Pîrr ji hinavâ hespemin xwarin.
Berê herdû rubaremin bi deve xwedakirin.
Şev, herdem stranen mirine li ber guhemin di xwine.
Di buxçikaminde gellek çîrokan li xwe hev peçandine.
Komkuji, enfal, helepçe..
Çîrok hêmi nahletê li bêdengîya cihane tinîn .
Cihan..
Refé heft rengan ji bejnaminrê ditin.
Ez dî derguşa bébextte hatim jiyane.
...