Enes

Enes
@Menest
4 okur puanı
Ocak 2025 tarihinde katıldı
Di nav civakê de û bi teybetî di civaka Misilmanan de hinek pirsgirêkên mezin hene. Ev pirsgirêkên hanê civakî, derûnî, zanîstî, siyasî, exlaqî û dînî ne. Ev pirgirêkên cuda dibin sedema nexweşî, zilm, feqîrî, bindestî û bêaramiyê. Pêwîst e ku em pêşî van pirsgirêkan bizanibin qena em pirsgirêkên xwe çareser bikin. Lewra nexweşiyên neyên teşxîskirin nayên dermankirin jî û pirsgirêkên neyên fêmkirin safî nabin. Ji ber vê yekê mind di vî warî de ayetên Qurana Pîroz, hedîsên Pêxemberê Xwedê û gotinên navdaran nivîsandin. Di dawîya pirtûkê de jî di heqê van pirsgirêkan û ji bo çareseriya wan hinek heqîqetan anî ziman.
Sayfa 5 - Ronya·Kitabı okudu
Reklam
Ey muhemmed! (sxl) bi sedema rehma Xwedê te bi wan re bi nermî û bi şefqet muamele kir. Ku tu yekî xebernexweş û dilhişk bibûnay, bêguman ew dê ji hawîrdora te belav bibûna û biçû- na...(Alî Îmran 159).
Sayfa 17 - Ronya·Kitabı okudu
TERZ Û USLÛBÊN PÊXEMBERAN
Hemû pêxemberan bi hîkmet, bi şîretên sipehî, bi dilovanî û bi mucadeleyeka xweşîk, mirovan gazî bal Xwedê ve kirin. Emr û nehyên Xwedê bi vî awayî teblîx dikirin. Yekî tene jî bi xezeb û bi hêrs, bi qewmê xwe re cedel nekir. Tenê Yûnis Pêxember bi xezeb û bi hêrs, bê emrê Xwedê dev ji qewmê xwe berda, Xwedê jî ji ber vê yekê wî da cezakirin, masî wî qurtand, dema xetayê xwe fêm kir û zarezar kir Xwedê wî bexşand û wî ji nava hût xilas kir.
Sayfa 17 - Ronya·Kitabı okudu
Wehiy
Yek ji taybetmendiyên Pêxemberan jî standina wehya Xwedê ye. Wehiy ji bo mirovan peyamên Xwedê ne. Xwedê bi wa- sita Cebraîl an jî li pişt perde (mahiyeta vê perdê em nizanin) peyamên giring ji bo resûlên xwe dişîne ew jî van peyaman teblîxê însanan dikin.
Sayfa 13 - Ronya·Kitabı okudu
Mu’cîze
Yek ji xususiyetên pêxemberan mu’cîze ye. Peyva mu’cî- ze, ji bo tiştê mirov nikare bike û jê acîz dimîne tê bikaranîn.
Sayfa 12 - Ronya·Kitabı okudu
Reklam