Berken Bereh di pandomîmê de cûreyeke helbestên hayko ku bi japonî haîku têne binavkirin, bi sê rizikan têne nivîsîn bi awayekî serkeftî ceribandî ye. Li gor ku dizanim, di kurdî de helbestvanê ewile ku ev forma helbesta hayko ceribandiye. Pirtûk bi sed û pazdeh haykoyan destpêdike. Mirov bi kêfeke mezin û cêjeke helbastvane van haykoyan dixwîne. Helbestên di pandomîme de, ji aliyê têmayê ve zehmetiya jiyana helbestkar û hemû kurdan vedibêjin. Hinek helbest bi zimaneki rehet lê bi hêmayên tîjî wate diajon ser hestên mirov, ji bo em hinek helbestan jî liyaqî nivîsîna wan têbigihêjin, divê zanîna me ya helbestî piçekî hebe. Ji ber ku ne helbestên sloganîkin helbestên Pandomîma Berken Bereh