Felat aya

Ji Baba Tahir Uryan
Kafir im ger cardin biçînim lale Kafir im ger cardin av bidim lale Kafir im ger navê lale zikr bikim Dilê min dused car dax daye lale
Reklam
Arjen Arî
şer de ye mîna min niha helbest jî kengî parzinîn biwêj ji xwînê ji êşê rêz, ji şînê çarîn helbesta min hingî bixwîn wê evîn jê binizile…
Serê pêsîrên wê tim bi hinne bûn Amadebûn ji her dawetê re Roj, êvarekê di nav herdu pêsîrên wê de çûbû ava Gulizer
Ji Şêrko Bêkes
baskê bazekî şikandin asîman firrînek wenda kir çavê xezalekê korr kirin awirek ji kîsê deştê çû guleyek ket qirika kewekê çiya stranek wenda kir kulîlkek binpê kirin bilbil bêhnek wenda kir lê dema ku jinek kuştin evînek ji kîsê hemû dinyayê çû
Ji Baba Tahir Uryan
Aşiq ew e ku her dem bi bela be Mîna eyyub bi kurman muptela be Wekû hesen binoşe tasa jehrê Mîna husên şehîdê kerbela be.