êvar û reş e Dilê min qet, ne ava bû ne bû geş Buhara min, pehîza min hemî reş Di çolê de, di deştê de tinê me Qey rondik im; qey ez şîna dinê me Xweş buhar e, lê xerîbî jarî ye Min çi kir ko dinê li min tarî ye Min çi kir ko zaroyên min mirine û ronahî ji çavên min birine Bê xanî me bê tilik im; bê welat Her ji min re maya bêbext rohelat Min bûk ne dît, zaro ne dît ne dît al Porên min gewr e pîr bûme, bûme kal Welatê min biken, tiştkî bibêje Lalbûna te çima hevqas dirêj e çima hevqas; tu bêdeng î û bê nav Bila bibin; goriyên te sih û tav Welatê min biken biken megirî Ji bîra te hêj derneket Agirî Kemal Fewzî, Extî, Fiad ne mirin Ji nû ve ew; rêya te de dimirin Ji nû ve ew, ji tirbên xwe radibin Ji nû ve ew, dimirin pê şa dibin Sînga te de veşartî ne çend hezar çend hezar jî bê gund mane bê bajar çend hezar jî sêwî mane û bê mal Text jî çû ye, bext jî çû ye ne ma al Lê bawerî sist ne bûye nabe jar Kelên te ne tev gundê me tev bajar Kelên te ne sîngên kurd û kurdmancan Mirin nîne bo giyanê ermancan Bawerî qet mirin çi ye nizane Jiyîna wê bêmirin e dizane Ava bibî, serxwe bibî megirî Ji bîra te hê derneket Agirî