Li medbexê xewa min tê, li ser textê razanê birçî dibim, razayî dimeşim, şiyar xewnan dibînim, bi mirinê re dikenim, ji ken xeyidîme, bi lingê xwe difikirim, bi serê xwe keviran ji ser riya xwe didim alî, bi guhê xwe dibînim, bi çavê xwe teyr û tilûran ji ser laşê xwe jibîrbûyî difirînim.