Penaber

Penaber
@Penaber_1
Li gopalê dilekî digerim ji bo spartina êşan
Hemşîre
Riha
7 Aralık
15 okur puanı
Ağustos 2024 tarihinde katıldı
Şu anda okuduğu kitap
Qey
Qey mirov wiha qeşa digire .. Qey mirov wiha dibe qeşmera ber destê qedera xwe . Qey mirov wiha dibe mirîyekê mezelan a ku kefena wê têra wê nake û ti kes tuneye ku ji bo çara dawî ji bo wê qêmişî du quriş û nivan bike .. Qey dinya wiha dibe gur-xane, kûçik-xane , mar-xane kurm - xane êş -xane ,xayîn -xane , bêbav-xane ... Qey!!!
Sayfa 118·Kitabı okuyor
Hangi tür kitapları seviyorsun? 🔎 Polisiye 💕 Romantik 🚀 Bilim Kurgu 🏰 Fantastik 📖 Klasik 🧠 Kişisel Gelişim 🏛️ Tarih 😱 Gerilim
Ax dilê min
Ax dilê min ! Kê tu ji strana te qewirandî? Ma min çend caran ji te ra got ,ji bo te ji stranekê çêtir ti stargeh tune; ma min çend caran ji te ra got wek mêvanê stranan tevnegere , mazûvan divê bi mazûvantîya xwe zanibe , yan na xelk bi dû re strana wî ji xwe ra dike xirbe, yê ku tê da tarişê xwe xwedî dike . Ax dilê min ! Ma te çi bi kê kirîye ku kevir û kûçan li te dibarînin , bi kêr û werîsan bera ser pişta te didin ? Ax dilê min , kêrveketîyê min , xwelîserê min ,miciqiyê min , qurmiçiyê min , şewitiyê min !!
Sayfa 110·Kitabı okuyor
Gelo dil çî ye ?
Lê dil dil e , mirov bi hev re bipeyive nepeyive jî, nede û nestîne jî dil dil e , bi hîs û evînê dagirtî ,satil e ; di stûyê berxikekî soringkirî de zengil e, bi şev û ro lê dide, mirov di bin barê wî da dibetile ..
Sayfa 43·Kitabı okuyor
Mixabin ..( rast e )
Êşa yê mayî her tim ji êşa yê çûyî mezintir e..
Sayfa 32·Kitabı okuyor
Agir bikeve mala bindestîyê ...
" Kesên bindest zehf dixeyidin Egît, te hay jê hebe. Tê bêjî çima? Ji ber ku giyana wan jî berê de birîndsr e her gotin û kirin wê birînê diêşîne. Tu çawa dest wan didî ,ew birîna wan tev radibe ..""
Sayfa 17·Kitabı okuyor