Pılıng Qumık

Pılıng Qumık
@Pilingedepe
3 okur puanı
Ağustos 2025 tarihinde katıldı
Edebiyatın En Tatlı Eşleşmeleri!
Peki ya sizin favori kitabınız hangi tatlı olurdu?
Di awirê her du giyanan de evîna welatekî pir bi kelecan bû. Çi peyv ango gotin nîn bû ku evîna welat ya du rêheval xwişk û bira pênase bike. Bi kenên esmer dil wek deryayekî wateya awirê wan wek welatekî bû. Di nava bahoz û tofanan de ew zarokên dilmezinin lewra jana welatê xwe hîsdikin û berê xwe didin wargehên ku roj jê bilind dibe. Li Amedê destpêkir tovên evîna mezin. Lê evîn bi pêt û ar bû. Heta gihandina wê car bi qîrîn car bi hewar e. Axîn û Navdar jî bi ronahiya çavên xwe ber bi bayê ku çiyayên azad ve tê dest bi rêwîtiyê kirin.
taybet jî yên ku diçin ji bo desthilatdarên xwe, welatekî din dagir bikin û ji wan desthilatdaran re bike mêtîngeh di van şeran de jiyana xwe ji dest didin hene. Ev ne ji bo welat şeref û rûmetê ji bo berjewendiyên wan desthilatdaran, ji bo pereyan canê xwe ji dest didin. Ya rastî canê wan ji wan tê standin. Ji ber ku ew canê xwe ji bo berjewendiyên desthilatdar û dewleta xwe didin. Em nikarin ji wan re bêjin şehîd. Desthilatdar ji bo wan pir tiştan dibêjin pir pesnê wan didin lê rastî ne ev e. Ev ne ji bo mîrovatî exlaq rûmet ked û welatê xwe ye; ji bo ku li ser hin welat û gelên din zilmê pêş bixin diçin şer. Zarokên wî welatê ku dixwazin dagir bikin jî li hemberî wan serî radikin û şer dikin. Ew bi guleya azadiyê tên kuştin û dimirin. Bi rastî dimirin.