Ew evîn bi xwe ne. Navdar û Axîn wek perperîkên ku gihîştin heqîqetê ji xaçirêkên dirêj derbas bûn, ji hezaran çiyayên bilind hilkişiyan newal û geliyan derbas kirin û evîn êdî ew bi xwe bûn. Her roj di berbangê de bi ziman dibe jîn û jiyana wan. Li ser kendalên herî asê de ew tovên evînê çandin. Dar şîn bû, di navbera erd û ezman de rêwiyên evînê xiste nava dilê xwe. Her mezin bû bêmirin bû ronahî da. Du gulê evîndar dilê wan de eşqa rojê. Du kevokên evîndar ber bi azadiyê ve firiyan.