Çiqas hişmendiya desthilatdarî û mijokdarî di roja me ya îroyîn de derketiye lûtkeya herî jor jî hişmendî û hêstên ku ji civaka xwezayî yê azadî wekhevî û di nava xweşikbûnê de jiyîn hewldan û lêgerîna cewherê mirovahiyê ye. Çawa ku ava baranê bêyî astengiyan nas bike çiya û dîwaran diqelêşe û xwe digihînê behrê, lêgerîn û hewldana mirovahiyê ya ber bi azadiyê jî tim di nava herikandinê de ye. Ti hêz nikare li hemberî hişmendî û azadiye xweser bisekine. Di vir de ya girîng û diyarker ew e ku mirov bi biryar û israr be.