Te ez dilşad mezin kirim
Di nava kul û xemên xwe de
Ji xezeba xwînmêja veşartim
Di birînên laşê xwe de
Te ez bi hêviyên xwe têr kirim
Bi xewnên xwe dilxweş
Bi xeyalên xwe rûgeş kirim
Carna wekî dilê min sipiyekê bêsînor
Carna jî wekî xwe
Kevaleke bi heft rengan xemilîbûyî
Wekî keçeke Colemêrgî
Ka çawa bi kincên
Kesk û sor û zer
Xwe dixemilîne ji bo şahî û dîlanan
Te wisa xwe ji bo min dixemiland
Bi xemla Zînê
Bi xemla Binefşa narînxx
Ji bo min Mem ê
Ji bo min Cembeliyê dilsoz
Keziyên zozanên xwe
Bi tîrêjên rojê
Pora çiyayên xwe
Bi zelaliya bayê serê sibê şeh dikirin.