Sibehek zû tîrêjên rojê ramûsanekî dineqişîne ser bedena xwenavekî. Qêrîn bi bilbilek evîndar dikeve. Gulsosin diveciniqin di singa axê de. Bi wan re du rêwiyên evîndar bi xwe dihesin çavê xwe vedikin û silavekî didin Roja pîroz. Dibe ku du sietan tenê xew kiribin lê ji wan re wer tê ku bi salane serê xwe danîne erdê û bi xewa Eshabulkehf ketine. Bê ku sedema wê bizanin, dengê gupe gupa dilê xwe dibihîzin. Tu dibêjî qeyê nû bi xwe hesiyane ku janek dilê wan diazirîne. Li hev temaşe dikin. Nizanin di wê kêliyê de bikenin yan bigirîn.