Beybûn batman

Beybûn batman
@Rossaaaa
Reklam
Jehra (ji)maran Rû hatine rûpoşandin Qirêjahiya berbiçav veşartî... Dil, êdî tenê peredank in. Peredank! Barê hinekan deh lîre ye, Hinek sed lîre. Helbet yên ku pênc pere nakin pirane ne. Li hevraza xapînên kaxizî ye mirovatî Ên berjor bibin li bankeyan digerin Ên berjêr bibin banke li wan digerin. Xulamtiya hevdemê ye ev, Hevsar ne bi werîsan Ne bi zincîran e, Bi jimaran e! (Ji)maran..! Kes nizane kengî hevqas tirş bû havêna mirov Lê edî tehma her tiştî, Mîna jehra maran e! Jehra (ji)maran..!
"Bi milê rastê nexape ha! Zikrên li ser lêvên milîtanên rihek razdar in. Bi milê çepê nexape! Hevokên dirêj, hişşiloker û hêzdar in. Li dû te birîn e. Li dû te deryaya xwîn e. Ji xwîna xwe rêyek, çareyek derîne. Eger bîr be, Bizan ku ji derdê bira ye. Îşlikê çar parî, Sedan sal e li nav devê guran e. Eger zindan be, Ji te re Zavîra ye. Vîna te ji bo te çira ye Eger sêdar be, Nav û deng e, Hîn jî li Qada Çarçira ye. Ey leheng lawê lehengan! Ey egît keça egîtan! Ka bêjin! Eger hûn li axa xwe nebin mîr. Xwîna sor ji çi ra ye?"
"Nexşekêş nizanin! Dema çavên xwe digire kîjan sûretî bibîne, mirov niştecihê wî sûretî ye"

Beybûn batman

, bir kitap okudu
10/10
·96 syf.·
2025 7. kitabı
Bahoz Arî
10/10 · 1 okunma
Reklam