Beybûn batman

Beybûn batman
@Rossaaaa
Çarîn 55: Dojeh Her tişt ji te ye. Evîn û xem jî. Ji te ye wijdan, te daye nefs jî. Guneh ji te ye, her wiha xêr jî. Bêje! Li dojeh, tê çi bipêjî?
Reklam
Çarîn 61: Havên Te pijand vê heriyê, havêna min ji te ye. Ger xafî mabe ev nefs, cirm û guneh li te ye! Barê ku çiyan hejand, çibkim li min giran hat. Madem her tişt ji te ye, bo çi dojeh û şewat?
Çarîn 74: Rûyê yarê Du deryayên razê ne, çavên mezin û bi kil. Bi bahoz û baran in, tofan radikin li dil. Ew dêm û lêvên sorîn, ji neseba hinar in. Birû wek xetên hêlkar, yeqîn ji zilfîkar in.
Çarîn 83: Mifteya bihuştê Emelê dewlemendan, axina xizanan e. Dojeha aqilmendan, dîwana nezanan e. Ne bi mal û milkan e ne bi qêrîn û axîn. Mifteya bihuştê, xelata xwezanan e!
"Şewitîn zekata ronîbûnê ye."
Reklam