Cana ji evîna te, bi êş û nexweşim ez
Ger ku te nebînim, timî bê fikr û hiş im ez
Wê pencerê carek veke, reş perdê hilînî
Dil girtiyê dêmên dû gulî çavê reş im ez
Seydayê Tîrêj
Tu ji tarîxê bipirse ew dizane kîne em
Em ji pişta qehremanin keyxesrewê mîdî ne
Henber aşûr li babil paytextê dewletê
Destgîrê hemûrabî şahê kildanîne em
Em ji afet kurê nûh in pêş û salarê kelek
Em ji cûdî daketin xwar hinû ewripîne em
Nevyê rustem kurê zalê û guhderzin hemî
Dijminê efrasiyab paşiyê toranî ne em
Kurê kawa yê hesin kar serbilind û qehreman
Mêrkujê dehakê zalim miletê arî ne em
Nevyê koşanin qerpalê paytextê aşokan
Navbera dicle û ferat kurdê mîtanî ne em
Dewleta siltan selahedîn paytextê misr û şam
Leşkerê azadiyê şûnwarê eyyûbî ne em
Em ji meya fareqînin leşkerê bazê leheng
Canfidayê paytextê şahê merwanîne em
Ebdullê nehrî dema ku şêst hezar leşker civand
Kurdê zaxrosim bi xwe tev leşkerê nehrî ne em
Mîr Beder Xanê Cezîrî hakimê Birca Belek
Xwendekarê dewletê pêk ve sîpahê wîne em
Em ji amed bi xwe pêşmergê cenabê şêx Seîd
Li ararat leşkerê Ihsan kurê Nûrî em
Li şikak leşkerê Simko kurê cewher begin
Lê li Sordaşe peyê Mehmûdê Berzencî em
Leşkerê Seyid Riza em bûn li çiyayê dêrsimê
Qehremanê şêr Elî tev canfidayê wîne em
Xayinê rêber hevalê dijminê tirkê teres
Lê biroska devê artêşa di dest besê ne em
şoreşa Qadî Mihemed li Mehabad vêket
Leşker û pêşmergê pêşwayê mezin Qazî ne em
Bugün geç uyanmanın cezasını gece uyuyamamakla çekiyorum sabah da gece geç uyumanın cezasını ödeyecem yani kısacası kahrolsun pazarla pazartesi arasındaki dengesizlik.