Her çi be hişş be…
Bila şev îşev karê xwe bike
Bila xenceran bi ser bîranînên mevred-kî bibe û bîne
Bila ava reş bi çavên stêrikên vê şeva kujer de birije
Da ku tu şahid ji vê xwe-kuştinê
Ji vê te-kuştinê
Ji vê me-kuştinê re nemînin
05.08.11
.
Xecê Omerî
... û her car, ez li benda te me!
Heta ku roj hildide û dinê ronî dibe...
mîna zarokek ji tarîyê bitirse, xew nakeve dil, mejî û laşê min...
Tunebuna te min ditirsîne.
Were û bila hemî tirsên min xelas bibin...