Gulîstan cihê te ey nazenînim
Ez di gulxen û xwelî de dirûnim
çi di gulşen çi di gulxen çi sehra
Ku çavan vedikim her te dibînim
youtube.com/shorts/ipBckFcd...
Melayê Cizîrî
Çi tebî’et beşer û insan im
Lillahilhemd çi ’alîşan im
Di riya yar li rêza san im
Lew di iqlîmê suxen xaqan im
Sibehê ’îd e û ez pê zan im
Ku bi kêra te seher qurban im
Xweşbirîndarekê bêderman im
Carekê şefqe ke rûhim canim
youtube.com/shorts/QNdUALNJ...