Gotin jî mîna min û te bûn .Ew jî dizan,dijiyan û dimirin.Lê gotinên kurdî,mîna yên xelkên din ,nedimirîn.Ew dihatin kuştin.Gelek ji wan hatibûn kuştin.Gelekên wan hatibûn birîndar kirin.Zimanê kurdî birîndar bû,birînên wî xedar bûn.Çaxa min mîna hekîmekî ,birînên wan derman kirin û merhem danîn ser,min dît ku ew jî mîna min û te digirîn,dinalin û dinehwirin.
Sayfa 346 - Îthakî