Sebahu L-Xeyri Xanê Min
Şehê Şêrîn Zebanê Min
Tu Yî Rûh Û Rewanê Min
Bibit Qurban Te Canê Min
Te’ale L-Lah Çi Zat Î Tu
Çi Wê Şêrînsifat Î Tu
Ne Wek Qend Û Nebat Î Tu
Yeqîn Rûh Û Heyat Î Tu
Heyat Û Raheta Can Im
“Sebahu L-Xeyri Ya Xanim”
Were Bînahiya Çehvan
Bibînim Bejn Û Balayê