Îzeha herî besît a derbarê neteweyê de ew e ku netewe ew gel e ku xwe wek neteweyekê dibîne; belkî jî piştî ku hemû analîzên hesas hatin kirin, wê îzeha dawî dîsa ev be.
Neteweyek ew koma etnîk e ku haya wê ji xwe heye. Komeke etnîk dikarê ji aliyê antropologekî an çavderekî din ê ji derve bê ferqkirin, lê heta ku endamên wê bi xwe hay ji yektabûna komê tûne bê, ew tenê komeke etnîk e , ne netewe ye. Komeke etnîk dikarê ji derve bê pênasekirin, lê netewe divê ew xwe pênase bike.