Akış
Ara
Ne Okusam?
Giriş Yap
Kaydol

Pîrê Xerabatê

Pîrê Xerabatê
@Xerabat_Piri
Gulê baxê Îremê Bohtan im Şebçiraxê şebê Kurdistan im Melayê Cizîrî (1570 -1640) Pau Vidal: Duzimanî teslîmîyet e. "Gazî hebe Hawar li dû ye."
29 okur puanı
Haziran 2022 tarihinde katıldı
Qur'an 42. Hinek ji wan hene ku guhên xwe didin te, qey ku ew fehm nekin jî tu dê bi yê kerr bidî guhdarîkirin? 43. Hinek ji wan hene ku li te dinêrin, qey ku ew nebînin jî tu dê rê nîşanî yê kor bidî? 99. Eger Rebbê te bixwesta, yên ku li erdê hene muheqqeq temaman dê îman bianiya, qey tu kotek û zorê li mirovan dikî heta ku ew bibin mumîn?! Sûreyê Yûnûs Çavkanî: Nûra Qelban - Tefsîra Qur'anê Amadekar: Mela Mihemedê Şoşikî
Reklam
Kilama Xortê Bengî Wey lê kinê, wey lê kinê, Qîza kolxozê êginê, Te bîr nakim, te bîr nakim Hetanî roja mirinê. Wey lê rindê, wey lê rindê,
Bêbihatîya Kurdî Kêmqîmet e, semen erzan e Kurmancî ye, her kes dizane Tu qedrê kîtaba xwe qenc bizane Nebê "Kurmancî ye, kes qedrê wê nizane" ...

Okur Takip Önerileri

Tümünü Gör
Pîrê Xerabatê tekrar paylaştı.
Abdulla Peşêw: Wî zimanê serdestan, vî zimanê ku hûn ji qîm û reza(razîbûn) pê diaxivin, ji devê xwe neqewirînin, hûn nikarin berdin tenq û topên dagirkerên xwe! Çavkanî: Xame Sihurî Kaxiz Şiyar Ma Arjen Arî
Le'la ji nebatê zêde sed barî lezîz Pihtir ji gulavê ter û sed carî lezîz Yek bûse ji te rûmehê hêvî me heye Dîsa nezera têra li ruxsarê lezîz Mihemed Şewqîyê Xanî Jêrenot: Le'l: kevirekî giranbiha, mebest jê lêvên sor in. Nebat: şekirê ku ji qamîş çêdibe û şekirê dilêşê ruxsar: rû, dêm, sîma Baxê Îrem
Baxe İrem
Baxe İrem
Reklam
Veger Evê dewrê da kê bê welat e, Kê bê dewlet e, bê tac û text e, Dîlan-daweta evdên nemerd da Sêwîkî jarî bê maf û bext e. Destê xelqê da diravê hûr e, Yan gere xerc be, unda be, here, Yan jî mîna min bêçar, bizêre, Li pey vegerê bi êş bigere... Eskerê Boyîk
Antologiya 35 Helbestvan û Nivîskarên Kurd Ên Sovyeta Berê
Antologiya 35 Helbestvan û Nivîskarên Kurd Ên Sovyeta Berê
Xezel Heylan meke lo, aşiqo rindane bi rindane bi Zencîrê zulfê wê bigir dîwane bi dîwane bi Tu terkê av û dane ke, hem xwe je xwe bêgane ke Le şem'ê rûyê yarê xwe perwane bi perwane bi
Pîrê Xerabatê tekrar paylaştı.
MÎR MIHEME: Dibêjin ko dilê Mîr Mihemed begê nêçîrvan keti bû keçperiyekê. Mîr periya xwe li çiyê di şkeftekê de didît. Jê çend zarowên wî jî çêbû bûn. Periyê lê qewîtî kiri bû ko kes bi wan mehesin. Bi vî awayî mîr û periya xwe li rex hev jiyîn û kêf kirin. Rojekê Mîr Miheme bi hênceta nêçîrê, dîsan çû bû bal pêriya xwe ve. Berî ko bigehe şkeftê xulamên xwe li cihekî hişti bûn û ji wan re goti bû ko medin pey wî. Mîr çû; xulam, mifirdî pêleke dirêj li hêviyê man. Mîr ne dihat. Dinya li wan dibû êvar. Yekî ji xulaman guh ne da hevalên xwe ji wan veqetiya da rê û çû, li Mîr bigere. Mîr û perî li ber devê şkeftê rûniştî bûn. Zarowan di dora wan de dileyistin. Mîr berê xwe da bû şkeftê, keçperî di peşberê wî de bû. Xulam wekê ew dîtin jûvan bû, dil kir ko xwe veşêre û şûn ve vegere. Lê çavê periyê pê keti bû. Periyê bawar kir ko Mîr bêbextî lê kiriye; bû firolek û digel zarokên xwe winda bû. Mîr bi lerzeke ecêb ket. Xulaman darûbestek çêkirin, Mîr lê kirin, berê wî dan Cizîrê. Bi rê ve, Mîr çû rehmetê. Malikên jêrîn ji stranekê ye ko wesiyeta Mîr Miheme dibêjin-ê: Ez dê bimirim wesiyeta min li erdê medin Qet min mebin nav çu miriya Min deynin tabutekê de, ser milê çar mifirdiya Min bibin ser girê Qirnasisê Ber devê her çar geliya Da subehî li min xweş bê Dengê şeşxana, terqêna şaxê di van nêriya
 Were Dotmam
 Were Dotmam
Rûyet Siyeh Hicra te da min ev elem, bi 'eşq û mehebet bûm elem Lillah veke babê kerem, rewşen bike min wek qemer Wek bedra nêv Hindî sema, berfê li min de çend dema Da ez bikêşim van xema, bim serfiraz ez yek qeder Evdirehmanê Axtepî Jêrenot: Bedr: heyva çardeşevî, hîva tijî Sema: reqs
Stêrkên Edebîyata Kurdî
Stêrkên Edebîyata Kurdî
Kurd Xerîbdost e Kurd xerîbdost e, Kurd ji mileta a qa hiz kiriye, Wekî navê wan Bi hewas-heyran Ser zar û dilê Kurda da dijîn, Gotîye Înglîs,
Reklam
Têt Li bejna 'er'erîn daîm Siyeh mar lê bi colan têt Siyeh maran kire seyran Li cotê şubhetê cîran
Pîrê Xerabatê tekrar paylaştı.
Şano Lîstik Ngaahika Ndeenda (Kengî bixwazim ez ê bizewicim) ... SOLO: Welatparêzên me mezin in ji bo min...
Mem û Zîn 41. Derketina Tacdîn a ji dîwanê di wê demê de, şewitandina mal û milkan di rêya rizgarkirina Memê de Tacdîn nerî ku civat xweş bûye Pir bi kêf û zewq gelek geş bûye
Goranî Goranî cureyek stranên taybet ên Kurdên Soran in. Li Mukriyanê ji goraniyan ra "qam" jî tê gotin. Dewsa peyva stranbêja Kurmancî li wan herêman "goranîbêj" û "qambêj" tên bikaranîn. Mînak: Meger tu gawir î, dîno nemage Agir li cestey, xweçim berdage Şedekey serit xurşîd nîşan e Gawir bibînê sahib îman e. Yanî: Meger tu gawir î û dînê te ji dest çûye Ku te wiha agir berdaye canê min Şala dora serê te roj nîşan e Gawir bibînê sahib îman e. Hey dad û bêdad meger min gawir im Agir berbûye bi her çar dewr im Çavkanî: Newayên Mutrib û Çengên Kurdan Amadekar: Ebdulkerîm Surûş
Kû van letîfan gul'izar şûna gulan restîne xar Lew tên ji bilbul ah û zar nêva cihê gulzarê çerx Şîrove: Ka ew bedewên nazik î çehregul li kû ne, ku li şûna gulan strî şîn bûne û ji ber vê jî di nav baxçeyê gulan yê çerxa felekê de axîn û zarîna bilbulê evîndar e. Melayê Cizîrî Jêrenot Kû: li kû Letîf: nazik û bedew Gul'îzar: çehregul, gulçehre Restîne: şînbûne, çêbûne Xar: strîn, dirî Ah û zar: axîn û zarîn Gulzar: baxçeyê gulan, gulbaxçe Çerx: dinya
Gerdeniya Gewherî
Gerdeniya Gewherî
907 öğeden 16 ile 30 arasındakiler gösteriliyor.