Min ji William Shakespeare xwandibû,
ku digot: "Dostanî ser hizkirinê ra ye, dostanî ji evînê buhatir e"....
Ez gelek cara ser vê fikira ecêb disekinîm, min meraq dikir çira gelo ewî usa gotiye? Paşê, gelek dereng ez ser va çûm û min fehm kir, wekî evîn dikare yekalî be, bê bersiv be, lê dostanî yekalî nabe, ew tim dualî ye. Dostanî bawarîpêanîn e, îtbar e, ne mumkun e bixapînî, ne jî xiyanetê lê bikî, ew di rojên teng da pişt e, ewê tu car nehêle tu bikevî.
Çavkanî: Jiyan û Bîranîn
Welatê Me Kurdistan e
Aslîka Qadir