Bozanê Lawê Pîrê
Lo lo Bozanê lawê Pîrê ye
ezê çi bikim şevê li çiyê royê li deştê ye
serê sibê Bozanê lawê Pîrê derketî serê çiyê
bala xwe dayê li hêşyê
di nava êlê û ebrê bû qêrîna defê û dawetê ye
rabû lingê xwe kiribû rikêfê
berê xwe dabû nava êlê û ebrê ye
bala xwe dayê govendeke digere zerîkî ketî serê sergovendê
pêjgirekî herîrî di desta da tê û diçe
sêsid û şêst û şeş dil diketin bejnê ye
Xweda Rebiyo mewûja reş bixwe li kêderê ye dixuyê ye
delal delal delal tu berxa min î can î can
...
Dengbêj Reso