Li Min Mîvan e Gurcî
Lo Aşiqo sergește bibîn çi can e Gurcî
Bi xûnê dil axişte aramê can e Gurcî
Bîmar dilê aşufte guya Loqman e Gurcî
Xoşgoftar û xoşreftar şîrînziman e Gurcî
Ez qalibeke bêcan rûhê rewan e Gurcî
Ce'ferquliyê Zengelî
Jêrenot
Axişte: dost
Bîmar: nexweş
Aşufte: perîşan
Çavkanî: Dîwan - Le Xakê Xurasanê
Ce'ferquliyê Zengelî
Amadekar:
Mehdî Jafarzadeh
Mehmed Salih Bedirxan