Dilo Rabe
Dilo rabe dilo rabe
Veke çavan ku êvar e
Nezan û bes di xew da be
Bi newmê ra mebe yare
...
Eya bê kesê bê xîr e
Yeqîn eqlê te texsîr e
Te ya can da bi ya pîr e
Tu dest jê berde sehhar e
Dilo ya pîr bi kêr nayê
Eger aqil û zanayê
Mebe yoldaşê dunyayê
Ne yoldaşek wefadar e
Dinê xelqno bi kê maye
Belê qenc e û mezra ye
Ji xêran ra Xwedê daye
Xebatkar bin ku ev car e
...
Feqiyê Teyran