Bi Qur'anê bi ayatê eger Pîrê Xerabatê
Bibêjit secde bin latê, murîdên wî dibin qatê
Murîd er bêbeser nebwed, zi fermaneş bi der nebwed
Ki salik bêxeber nebwed zi resm û rahê menzilha
Encama maneyê: Ez bi Qur'an û bi ayetên wê sond dixwim ku ger pîrê meyxanê yanî pîrê rêçenas, li mirîdên xwe ferman bike û bibêje: "ji Latî re", ku mebest pê dildarê heqîqî(Xwedê) ye, "herin secdeyê!" Dê mirîdên wî bi ya wî bikin, emrê wî bînin cih û jê re xizmeteke baş bikin. Lewra ger ku mirîd ne kor be ji ber fermana wî pîrê xwe dernakeve û dijî wî ranabe. Çunkî ew rênasê ku bi xwe li wê riyê çûye, rê û dirbên wê dîtine û nas kirine, lê ne nezanê bi nîşan û dirûvên ku mirov pê digihîje wî ciyî. Na, ew bi zorî û astengiyên ku bêagah di vê rê de derdikevin û mirov ji gihîştina cem evîndara rastî diewiqînin baş dizane. Yê ku dikare ceza kêm bike û zehmetiyan hêsayî bigerîne ew e, nexwe divê mirîd bi korî têkeve ber emr û fermanên wî û li ber destê wî bibe mîna miriyekî ber destê mirîşo ku bê nanakirin vî alî û wî alî diqelibe.
Ev risteya dawî ji şi'ra Hafiz e.
"Murîd er bêbeser nebwed, zi fermaneş bi der nebwed
Ki salik bêxeber nebwed zi resm û rahê menzilha"
Melayê Cizîrî
Çavkanî :
Gerdeniya Gewherî