Şev bû li yekî digeriya go bela xwe bifiroşê
Gerî û negerî di dawî de ez dîtim
Dît go ez bi tenê me bê kes im bê heval im bela xwe da min
Di serî de çav berda xemla evînê
Go ji dil tazî bike , bike kavil
Û rengê go mi li xwe kom kiribûn
Di kefenekî reş de wê girêde bike ji rengê xwe