Lewma VIYAN
Lewma tu bûyi ala leyla çiyan
Te xweliyê canê Leyla Qasim xwe werkir
Bi agirê Ronahî û Berivanan, Sema û Zekiyan xwe
pijand
Ü keti rêça Bêritan û Zilanan
Lê tu hê ji ew zarok Í Viyan…
Ey pakrewan
ey birûsk qîza birûskan
ez ê hemû stêrkên li ezmanan
ji bo sedeqeya serê te belav bikim ji dêvla xêran
ez ê hemû çiyayên çîçilaskî
bi dora serê te bigerînim ji te re bikim qurban
şehît ketiye şêr qîza şêran
xwe bi ser meytê wê de avêtîye
stêrkan
ew xemilandiye ji dêvla zêrran
dêran dêran dêran dêran..
(Di şîroveyan de helbesteke kurdî bihêle☀️)