dil dikim çengil ji boyî jîna te,
spîndarên porê te têne xwar
diweşim ji derza te,
hildikişim lerza te,
dim...riiim
neynûka te me,
derbesta bendewariya xwe dikolim..
Me xwe newqî şîlan û sosinên te dikir, me bi hayedarî deşt, zozan û daristanên te mist didan, me karexezalên te, pezkûvî û keroşkên te parastin ji
çavnebarbûna biyaniyan, û tu di kulîlka emrê xwe de bûyî ey xaka ko ji
ber sîm, dahol û leşkerên tolaz mayî!!.
Te xwe li bakir û şeva me xwekuştina pinpinîkên xatirxwestinê dihat
xemilandin.
Li ser zîzbûna ebrûyên te, li nik xwelibakirina stêrkên nûrijyayî, kerwanan bargeh û konên reş vedigirtin...