“…
Ez xar bûme, hûn rast bikin,
Xewna Feqî, şîro bikin.
Feqî go:
Ezê ser sewdayê xwe dîn im,
Ser aqilê xwe namînim,
Ez Ebo- Sîno ji ku bibîni.
…”
Feqiyê TEYRA
“Êvareke havînê bûbû şeveke bêdawî. Ku ew bêhn nehata dê mirin biqediya. Ku çavên min neçûna, min ê rêyek bidîta û desmalên xweşik bixistina berîka Zelalê. Dê mirin biqediya.”
“Eva birînên dijwar bûn û wextekî mîna şeşt salan de derman ne dibûn, ji bîr ne dibûn. Hê jî dema ku ew rojên fermana mezin bi bîr dihanîn, dicirifî,ecêbmayî bû û hiş û aqil ne dida mekrûhî û barbariya mirovan!