Birakujî
Îro ne roja şiîrê ye
Ji ber vê ez ji we re diaxivim
Bi zimanêkî gelek sade
Ji we re dibêjim
Ewê kurd be û kurd bikuje
Pîç e teres e qewad e
Abdullah pêşew
êvar e
baran hûr hûr dibare
tenê me
na ne tenê me
hemû bajar li gel min gav diavêje
tenêtî karxezalek bû
nêçirvanekî hat
nîşan lê girt
gavên min nagihêjinê