Ji derdê 'işqê bedhal im, 'eceb ber bûye min narek Were cana! Bibîn halim, ne min dil ma ne dildarek
Bed: Peyveka Farisî ye wateya xirab didet.
Şair gaziyê pêşkêşî dilbera xwe diket û dibêjitê: Ji ber derdê 'işqê yê dijwar, halê min xirab û nexweş bûyî, û agirekê ecêb berbûye min. Di daneyekê da "pirr bûye min narek" hatiye; yanî: Agirekê ecêb li min zêde bûye û belkî mebesta wî bi agirî li vê derê agirê hecr û fîraqê bit. Piştî diyarkirina halê xwe, şair dibêjit: Ey rihê min! Kanê were halê min bibîne û bizane kanê çi bi serê min hatiye, îro ne min dil û ne dildarek maye!