Me xatir jê xwest. Emer Axa bi dilekî xweş em bi rê kirin.
Ez hatim, min serleşker têgihand ku gunehê cendirme ye û wan Siwêsinî tengav kirine ta ku li hember dewletê rabin. Dewletê çûna nav xaka Siwêsiniyan li cendirmeyan qedexe kir. Li wê derê dayîreyek danîn bi navê Dayîreya İntizamata Eşîrî). Zilamek bi navê Serheng Pizîşkiyan kirin serokê wê daîreyê. Serbazên Pizîşkiyan jî piştî salekê duyan bûn weke cendirmeyan, dema rejîma Şah Riza hilweşiya. Sala 1941'ê rojek ji rojên havînê Pizîşkiyan û serbazên xwe weke silkê rût, bi derpî û fanêre hatin Mehabadê û ji wê çûne paytexta Şehînşah."
... Mecîd Beg car caran mijek li cixareya xwe dida û bi hûrbînî li aqdê dimeyizand. Tevna pirê nedidît, fikrê wî dûrtir çûbû, di ber xwe de dijimart: "Yek.. du.. sê..." Heya gihîşt sihî.
Ferec digot belkî malên ku çûne dijimêre. Ji hêwanê bang kir: "Na Axa, bîst û pênc."
Mecîd Beg hingî ketibû nav xeyalan guhê wî ne li Ferec bû. Mijeke din li cixareya xwe da, dû nehat devê wî. Qûnika cixareyê jî xelas bûbû. ...