Jı bo alan kurdi
Em dimeşin Em bi hezaran nexşeyên kevn li ser pişta xwe dikin û dimeşin Pişta me dikeve ber me, em dinalin Em bang li hemû dewlet û şahên li ser pişta xwe dikin Em li rewşa xwe dinêrin, pişta me, ji xwînê nayê dîtin. Em lanet li hemû serok û gelan dikin Dema me qêrîna zarokên rojhilata navîn bihîst, em derketin rê Her xwîna ku dikeve ser axa me, dibe dar û em şîn dibin Vê carê em bi ser dikevin Em laş û rihê xwe tînin qada şer Aştiyane û bi ala sipî ku di destê me deye Li serê serok û leşkeran dixin Rastî di zimanê me de ye, derew li ber me ye Dengê me gur dibe, bi qêrîna bijî aşîtî Ev car jî bi qêrîna bijî aşîtî em dimirin! Em wisa dimirin ku dinya mirinek wisa nedîtiye Bi ken û stêrk li ser rûyê me
Vaye hespên eyûbiyan Li ser sînga te dibezin Vaye şûrê Selaheddîn Nexşeya Orşelîm Diparêze Hetînê ji zengarê dişo Û ala xwedê Wekheviyê liba dike
Sayfa 20
Reklam
Mihemed Teqî Xan
Mihemed Teqî Xan, ala serxwebûnê hilda û dewleta îran leşkerekî îran rêkire ser û naçare bazda û çû cem şêxê eşîra Benîkab, Şêx Tamir û şêxê navdar ew da destê dewletê û di zindana Taran de serê xwe danî û Axacan, kurê Mihemed te qîxan bû fermandar, lê di dawiya jîna wî de fermandarî kete destê HeftIeng(Heftlanc).
Sayfa 59
Dayé
Dayê îro min berde Bê dengî êş û derd e Dayê divê bibêjim Kulê dil ez birêjim Me berda rêça gela Me da pey şêx û mela Em ketin derya bela Dayê te got min bela
Dibistan
Destpêk bi navê Yezdan, ev e diçim dibistan. Divê êdî bixwînim, bo rastiyê bibînim. Da her tiştî bizanim, heya ku pê bikanim.
“Qulzema dil işq e: Mella Çi Xwedayî, çi beşerî Sohtî be b’ arê seqerî Her evîn ala ye, Mella Dil li me bela ye, Mella…” Arjen Arî
Reklam
Çîyanyên te tev bilindin, Kurdan hatin lê girtin.. Ji bonâ serxwebûnê , Ala jîyanê hildin ..
31ê Adarê Bîranîn Bo Şehîdên Kurdistan
Bi Navê Xwedayê Dilovan! Ey reqîb her maye qewmê kurd ziman Naşikê û danayê bi topê zeman. Kes nebê kurd dimirin, kurd jîn dibin. Jîn dibin qet nakevê ala kurdan. "Eger laşe min sed perçe bikin, min bidin jêr gûle û recbar, biçime ser dar gotina dilêmin tê ser zar; kurdistan her wêlatêke û nabe çar." Qazî Mihemed☀️ Rihê Hemî Şehîdên Rêya Kurdistan bila bi bihuştê şad be ☀️
Efendîno Rahijin Teşkên Xwe Rahijin Kincên Xwe, Postalên Xwe Û Şivqeyên Xwe Çiyê We Hebe Li Ser Vê Axê Û We Çi Anîbe Bi Xwe Re: Tenq, Top, Tiveng, Teyare… Û We Çi Ava Kiribe: Dibistan, Qereqol, Dadgeh Û Hepsên Bêdergeh, Zîndan Û Asaqgehên Têrguneh Û Jinên Xwe Jî Esseh Efendîno, Zaruyên Xwe Jî : Hebe Pîç Û Bêjiyên Ji Xwe Jî Û Kuçikên Xwe Jî
Mewlîda Kurmancî • Melayê Bateyî
Hemdê bê hed bo Xudayê `alemîn Ew Xudayê da ye me dînê mubîn Em kirîne ummeta xeyr-ul beşer Tabi`ê wî muqtedayê namiwer Ew Xudayê malikê mulkê `ezîm Daye me mîrasa Qur`ana Kerîm
Reklam
Pêşkevin • Mela Ehmedê Namî
Pêşkevin em serfiraz in milletê Kurdî Yan mirin em dê bibînin, yan jîna Kurdî Wa milletê Kurdî Ala rengîn bo te deynim, ger ser bi derd im Ger nekim vê tu bizane ku ez ne Kurd im Wa milletê Kurdî Kurdistan êdî menale lawê te hatin Xwendevan xwînfiroşê axa welat in Wa milletê Kurdî Xwendewan û xwendegeh im bê al û leşker Dê bijîn paşî bizanin rêçê bibin ser Wa milletê Kurdî Mal û dil û can bi carek bo te fîda kim Xwîna xwey paqij dirêjim bindestî nakim Wa milletê Kurdî
giring!!!
Newroz ne siyaset, ne ala partîye. Newroz cejneke netewî ye nabe weke mîtîngeke hizbî were pîrozkirin. Newroz ya me ye ne ya siyasetê ye!!!
Newroz
" Kincên bedew li xwe ke, ala rengîn dest xwe ke; em ê biçin Newrozê Newroz li me pîroz be, Lê şêrînê, lê dilvînê ..."
"Ala Rengîn, şan û rûmeta me çirandin, avêtin ber lingên xwe, pêlê kirin û li şûna wê ya xwe, ya xwînxwaran danîn. Ziman û stranên kurdî bend kirin û tirsek dijwar xistin dilê xelkê."
340 öğeden 1 ile 15 arasındakiler gösteriliyor.