Ala rengîn, şan û rûmeta me, çirandin, avêtin ber lingên xwe, pê lê kirin û li şûna wê ya xwe, ya xwînxwaran danîn. Ziman û stranên kurdî bend kirin û tirseke
dijwar xistin dilê xelkê.
Rengê sor : Nîşana Xwîna Şehîdên Kurdîstan, nîşana bi Xwînê parastina Welat e
Rengê spî : Nîşana aştî ye
Sembola rojê : Nîşana jîyan, ronahî, agir, hêz û hêvî ye
21 yek tîrêjê rojê : Nîşana 21 ê adarê, nîşana roja Newrozê ye
Rengê kesk : Nîşana bedewîya Sirûştê Kurdîstanê ye..
"Qet Nakevî Ala Kurdan"
Ey welat im can bi gorî gazina te j` min nebî
Tu dizanî bi şev û rojan ez xemxwarê teme
Rêz û neqşê xameya min navê tey şêrîn û xweş
Her wekî bilbil dinalim ez pesindarê teme
Ger hemû kes aşiqê malê dinê çavên reşin
Ez evîndarê çiya û deşt û zinarê teme
Qebqeba dengê ribatim ku li ser şax û çiya
Totiyê kohê Metînim bazê Hekarê tema
şîrşîra teyr û
Lewma VÎYAN
Lewma tu bûyî ala leyla çiyan
Te xweliyê canê Leyla Qasim xwe werkir
Bi agirê Ronahî û Berîvanan, Sema û Zekiyan xwe pijand
Û ketî rêça Bêrîtan û Zîlanan
Lê tu hê jî ew zarok î Viyan
Geş bûyî di nav hewriyan de,
û mîna findekî şewq didî vê dîlanê
Ev dîlan bi te xweşe
Ronahiya dil û çav
Diyariya dê û bav
Pêsîra wî roj û tav
Spehîtiya ax û av
Ala kurdan ser be ser
Sor û gewr e kesk û zer
Qehremanê ceng û şer
Qiblegahê mê û ner
Cayegahê can û ser
Afitaba dar û ber
Ala kurdan ser be ser
Sor û gewr e kesk û zer
Hêviya xortan û mêr
Mihreba mizgefet û dêr
Şahê evd û şahê şêr
B'reng û bihn e zîv û zêr
Ala kurdan ser be ser
Sor û gewr e kesk û zer