Mixabin ez dinêrim zêdetir em pirtûkê bi zimanê Tirkî dixwînin. Serî de ez jî bipêşbiryar bûm, lê zimanê pirtûkê gelek hêsan e. Wek ava Dicle û Firat zelal, dest bi pirtûkê dike berdewama wî tê. Em Tirkî bixwînin em eybek mezin li hember Mehmed Uzun dikin rastî.
Pirtûkê de yazdeh beş heye lê bi min dû hebe. Yek qala gelek tişta dike;behsa dîrok Amedê bigire , Şex Seîd, rewşa Kurd û Ermenî ya, hin caran de şermezarî yê dike gelê xwe.
Ya din di girtîgeha Amedê de diborî.
Navê wî çima "Tu" ye?
Pirtûk herî zêde pirtûkek piskolojî yê ye. Jîyana serlehenga( qehremanê pirtûke) di zindana Amede de çawa borî ye, çawa karîye ber xwe bide.
Serleheng bi tenêtîyê de bûye du kes. Ew û ew... Wek zarokên piçûk bixwe re leyistika dilîst...
Ew ê min bi got a bû du kes. Ew û sî ya xwe. Lê nabe, di tarîtiyê de sî jî tune. Tenê ew û ew e.
Hin caran ji xwe re hevala afirand. Ew û tu(kezê) . Behsa bîranîna xwe dikir. Piskolojî ya girtîyek...
Li ber zilma xwînxwara bi niyeta zelal hatîye nivîsandin.
Di çîksayîya şevên Dîyarbekirê de
Ji zindanên xwe li
Heyv û stêrkên me binêrin
Ew, yarê me yên hezar salan
Dostên me yên zindanan in.