çîyaye bêxêr
di her berbangê de
silavek şermok derdixe ji pêsîra xwe
û ramûsanek ji dil dişîne ji cûdî re
ne keştiya nuh hewandibû bêxêr
ne jî bûbû stargeh ji şoreşgerekî re
keştî bi bayê jiyanê herikîbû cûdî
gerîla bi evînek azad meşiyabû
jiyanê li ser vî çiyayî jîn da
jiyan li vir hat dorpêçkirin
li vir birîndar bû
lê dîsa
û careke din
jiyanê li ser vê axê birînên xwe kewandin
û careke din kulîlk veda azadî
li vir
li cûdî
li botan
û dê careke din govend were girêdan
li vir
li Kurdistanê
di demsalek biharê de
di rojek Newrozê de...
Gava baweriya însên bi aqilê wî re dibe yek rêya azadiyê li ber wî vedibe û ew dibe mirovekî azad. Wê çaxê jibo bidestxistina azadiyê du tiştên gelekî pêwîst hene, yek bawerî û dudu aqilmendî. Ne bawerî û ne jî aqilmendî her yek nikarin bi tena serê xwe azadî û serfiraziyê binîn.
Romana wî ya bi navê ”Dimdim” li ser bûyereke dîrokî, anku li ser berxwedana serdarê kurd, Xanê Çengzêrîn ê qumandarê kela Dimdimê ku li hemberê farisan pêk hatibû, hatiye nivîsîn. Romana Ereb Şemo ”Dimdim” romaneke gelek baş e, hêja ye. Ev roman li Tirkî jî hatiye wergerandin. Romana Ereb Şemo ya bi navê ”Şivanê Kurd” romana bi kurdî ya yekem e ku li bakurê Kurdistanê ji aliyê weşanên ”Ozgurluk Yolu – Riya Azadî” ve hatiye weşandin û belavkirin.
bilûra min a şîrîn
tu di sariya sibehê
û hingûra êvarê de
hevalê bêhevalan,
destbirayê şivan û dilketiyan î.
dengê te
hêstirên dilên xemgîran,
silava ji hev-veqetiyan,
Dilekî d` mazmazka pêş-Asyayê de
Dilekî çarkerî, bi xwînê der e.
Pîrhevok tevna xwe lê rapêçaye
Dest kirye tînikê jê venagere.
Ew dil e, dilekî mîna dilan e
Li rexkî Elîşêr, li rexkî Rêber
Alîkî Beko ye, strî di gulê
Alîkî Memo ye; dilsoj, bêxeber.
Milkekî d` navoka pêş-Asyayê de
Mîna xewnên şevan pendî-nependî
Li riya azadî bêdeng û bêhis
Elîşêr tên kuştin, lê b` serbilindî.
min dixe rê newaya stiranê
mîna tu bê pêrgîniyê, bi coş
azadî rind, tu rind, çiya bilind
balifa min taht e, dotmam
keleşa min raht e, dotmam
rûyê te sed şoreş in
xewna min qaht e, dotmam
Em ji ber çi li dijî wan rabûne û li hemberî wan derdikevin Em di welatê xwe de wan jî em dagir kirine ji bo bidestxistina mafên xweyî neteweyî demokratîk û mirovatiyê ku wan em jê bêpar kirine di rêya azadî rizgariya gel û welatê xwe de li dijî wan rabûne û li hemberî wan radiwestin Eger mirov li hemberî van zilm û zorîyan hemûyan bêdeng bimîne çawan dikare bibe însan?