Kuça me kûr dişewite
Tal û jahr dişewite
Kuça me kûr dişewite
Tal û jahr dişewite
Nemirina te deng dide
Çîyan û zinaran, bira
Nemirina te deng dide
Çîyan û zinaran, bira
Kurdistan, kurdistan!
Nîştîmanî ciwan!
Her bijî be şadî
Serbestî û azadî
Her bijî, her bijî, her bijî
Lûtkey berzî gerdin geşit
Nizarî spî ber xorî reşit
Dollî kip û çemî xurrit
Daristanî zebend û çirrit
Beheştî ser zemînin
Hêlaney xoşî jînin
Cêgey noşin
Agir tîjkerî îlham û hoşin
youtu.be/1cy--k-rwYw?si=...
Jîyan cihekî vala ye
Kesek nikare lê tije bike
Mirin tiştek gran e
Kesek nikare serî lê rake
Azadî felsefeyek vala ye
Kesek nikare pê serbikeve
Cahilî zanebûnek sivik e
Kesek nikare xwe lê rake.
Pirs: Gelo hûn dikarin bo kovara Nûbiharê çavdêriyên xwe yên bikarhênerên medyaya civakî ya Kurdî bi me re parve bikin?
Bersiv:
Di van 10-12 salên dawî de ku medyaya civakî/social media: Facebook, Twitter, YouTube, Instagram, Viber, WhatsApp. -Hin ji wan li Sûriyê qedexe ne- bi firehî di nav me Kurdên Rojava de belav bûye. Wek nivîskarekî Kurd û çavdêriya min ji vê medyayê re, ez wê wek şûrê ku ji her du rexên xwe ve tûj be, dibînim.. Anku hem erênî ye û hem neyênî ye:
Erênî:
Ew qedexebûn û sansora ku ji rex rêjîma Sûriyê ve li ser zimanê Kurdî hebû, di rêka vê Medyaya Civakî de hatiye hilanîn. Êdî her kes zû digihêje nûçeyan û kare nerînên xwe bibêje. Hin his û hestê xwe, bîr û baweriyên bi zimanê Kurdî, zimanê dayika di vê pencereya cîhanî de ku dinya kiriye wek gundekî, tînin ziman û belav bikin. Hin kes kultur û zargotina bav û kalan ya ku ji sedê salan ve nehatiye nivîsandin û didin hev bi vê pencereyê belav dikin. Hin bervedêriyê di ber azadî û mafê gelê xwe, di Sûriyê û Rojhilata Navên de dikin. Hin zilm û zora ku li gelê wî hatiye kirin û dibe, şanî gelên dinyayê dike. Erê ya herî girîng li cem min; serbestiya zimanê Kurdî ye. Ez vê medyaya dijîtalê ji bo çanda Kurdî û têgihiştina civakî baş dibînim. Hem jî mirov dikare sûdê ji wergirtina agahiyên vê medyayê bigire û di rêya wê re banga xwe bigihîne raya giştî. Wek ku min got Kurdên Rojava di vê medyaya civakî de kêm-zêde li çareseriya kêmasiyên xwe digerin. Digel ku di aliyê perwerdeyê de jî hin dersên ziman têne dayîn.
bilûra min a şîrîn
tu di sariya sibehê
û hingûra êvarê de
hevalê bêhevalan,
destbirayê şivan û dilketiyan î.
dengê te
hêstirên dilên xemgîran,
silava ji hev-veqetiyan,
Jiyana ku azadi tede tunebe
We dı nava ixanete de wunda be
Jiyana te çiroka te ye baş bınivise.
(Özgürlük olmayan bir hayat ihanet içinde kaybolur. Hayatın hikayendir iyi yaz)
Payabilindî, welatperestî
Çekên qelsane jar û mestî
Zana û jîr im bindestê dijmin
Çiqas dijware ev reng bindestî ev reng bindestî
Destan vemalin, dakevin meydan
Eger dixwazin bigrin serbestî
Ji xwe bavêjin xwarî û sistî
Cenga azadî nabe rawestî nabe rawestî.