Bêhna porê te, Wek kulilken bihare, Ditina te wek, Welate ki azad ê, Hemu şere min, Ji bo ditina te ye... Nivîskar:
Erdal dersim
Erdal dersim
Xecê got: - ez dinerim ku hûn ji xwin rijandinê pê guh nadin ti tiştî. Biner li vê biharê, çi xweş bihar e, lê dinya dem û dewran e! Hûn wisa fort û zirtan li hember qîzê bavan dikin ma ji we re ne eyb û kêmanîyek giran e!
Reklam
Xem ne ji ber biharê Ne jî ji ber havînê Xem ji ber payîzek bêdeng Û ji ber zivistaneke sar e.
KURDISTAN
Wextê ewr qotê çiya, Tên û dıgrın raina ziya, Dialın hemû gedûk, riya, Tu dıkevi bira mın. Wextê dibe şeveres, Heva dıgrın erd û ers, Hev dıçın tên reş û peş, Tu dikevi bira min. Wextê berf çiyê som dike, Ba berfé hev tom dike, Ser palê wê kom dike, Tu dikevi bira min. Wextê leyi har dibe, Pala çiya da xar dibe, Her tışt ber wê jar dibe, Tu dıkevi bira mın. Wextė dinê bihar e, Tenê çiyê berf dibare, Hışki, seqem û sar e, Tu dikevi bira mın Kurdistan...
Buka biharê 🌼💙
Bêhna porê te, wek kulilkên biharê, Dîtina te wek welatekî azad ê, Hemû şerê min, ji bo dîtina te yê. Erdal DERSİM
Reklam
Stêrka sibe tu yî Tîna Rojê tu yî Germa havînê Bîna biharê tu yî Delala min tu yî Nesîbê min tu yî Qedera min tu yî Ji Xwedê ve eyan e Soxîna min tu yî
Selim Yorga
Selim Yorga
Mela Xelîlê Mişextî - Arî ye
Ev çi zend e, ev çi qend e, ew çi find e, çi şemal Ev çi xal e, çi şemam e, ev çi rend e, çi şepal Ev çi nexdan e, çi lêv in, ev çi ebrû ne hîlal Ev çi mujgan in, çi tîr in, ew çi xifş in, karxezal Ew çi bişkoj in, telîsm in, ew çi kanîne zelal Ew çi bala û kezî ne, ew çi bisk in cûte mar Ew çi gulzara rezî ne, ew çi misk e, reş û tar Ew çi zozan e, çi şîn e, sêvesor in lê diyar Ew çi şorab in, çi tît in, ew çi bîstan e, bihar Ew çi remz û havrî ne, ew çi naz in çi delal Ew çi bax e, ew çi rax e, ew çi nifş e? Arî ye Aya ew xewn e dibînim yan dirist û rastî ye Ez dirist im neku mest im, bê guman hişyarî ye Ez kiçe Kurdek dibînim, pir çek û mirwarî ye Min gewah destûrê Kurd e, xwînşirîn e bê heval Kofî kêl e, bisk bi têl e, ew çi pêl e, Kurdî ye Xan û man e, nav ciwan e, Kurd nîşan e, cindî ye Bi genc û hat e, xoş wilat e, xoş nejad e, safî ye Kurdistana nav ciwan e, min xezel pê gotiye Aşiq im bo wê delalê ser vî emrê pîr û kal!
Girê Sor mîna bûka bixêlî dûr va bi rengawazê keskesorê diteyisî. Kulîlkên biharê yên bi hezar rengî ku rex kanîyê hela mabûn, merî ber bi xwe dikişandin.
Bêhna zozanê porê te ye li deşta dilê min dixe Heçî jîyan jî mirin jî Bihar jî payîz jî Havîn jî zivistan jî di şikeftê çavên te de xweşe. Wjîyan
Reklam
160 syf.
8/10 puan verdi
·
Liked
Sidîq Gorîcan berhema xwe a haîkûyan ( li gor derfetê zimanê Kurdî ) li ser hêmanên wî en sereke, xweza û kêliyé avakirye. Bi berga berhemê kû dîmenek ji biharê, destpêdike, kêlî bi kelî li xwezayê bi vegotunek xweru diherike û bi dîmena dawiya bergê a paziyê diqede . Hema bêje hemî haîkû wek dîmen ru didin. Niviskar zêdetir mila dide ser rêça Matsuo Başo, derdorê raçavdike ,guhdar dike û dike haîkû. Her haîkû dîmena wê kêliyê digire ( #238988138) û tenê tehma wê kêliyê vedibêje. Di haîkûya15( #239547483)û a 22. (#238987852) de şayesandinên nazenîn radestî xwînêr dike . Her wuha bi haîkûyê 32 ( #239547321) û 33(#239547547)dîmena kuçe û kolanên welat digire û dibin bîreke niviskî. Navê berhemê Gumbil e ku tê wateya kulilka darê a herî jor. Dîsa wek sernava naverokê Gupik bi Gubik Haîkû gotiye ev jê herî kêm wek navê Haîkûyan li haîkûyan hatiye. Berhem bi pêşgotina têr û tijî a cenabê Berken Bereh hê destpêkê de hevî dide xwêner. Ber ku, helbestvanê qedir bilind him qala cureya haîkûyan him jî qala haîkûyê Gorîcanî kiriye. Niviskar di destpêkêde haîkûyek ji yek jî ji avakerê rêzika haîkûyan Başo yek ji helbestvanê me yê hêja Berken Bereh û yek jî ji zargotina Kurdê xemilandiye. Bi îlutrasyonê Zozan Orak û wêneyan be him haîkû piştrastkirye him jî neşxeke nazenîn lê zêde kiriye Hûrgilî ew qas zêde û cîbicî ne wek tevnekî tingûz dimeşe û biqede.
GUMBIL
GUMBILSidıq Gorıcan · Dara Yayınları · 01 okunma
ewil reşêle niha jî darzerdele bihar e bêşik .
1,500 öğeden 1 ile 15 arasındakiler gösteriliyor.