Xebera te jê heye dîwaro?
Deriyê hêsin, paceya girtî,
Balîfê min, ranzeya min, zincîra min,
Ew a ez ji bo wê çûyîm û hatîm mirinê,
Ew wêneyê xemgîn ê di paşila min de,
Xebera te jê heye?
Ya hatî serdana min, pîvazterk rêkirîye
Bêhna qurnefîlê ji çixareya min tê
Bihar hatiye warê min…
Raweste
Raweste
Ev bihar ne ya min û te ye
Ma nayê bîra te gava ez zarok bûm
Min rûyê xwe disipart rûyê te
Raweste.
Biqasî perperokek perîkên xwe sêcaran biçirpîne
Demên min pir ji te hez dikir bîne bîra xwe