Nerm û aram hatin
di ser demê re,
di ser behrê re, di ser mijê re,
di ser biharê re, û gava te destê xwe
bi sînga min de anîn danîn ser,
min ew baskên zêrîn ên kevokan nasîn,
min ew gil nasî
û ew rengê genimîn.
di wateya hilfirînê de ye ev, bo biharê ye
bîra sûretan bi vê zanînê mișt e
rojnivîsên gulê bi vê bêhnê
lê dîsa jî ax û gul dizanin îro va li vira
di temenê çûyînê de me
Tovê hêviyê ku di dilê min de hebû rojekê ket.
Paşê bayê evînê ew xiste dilê jineke bedew û barana evînê bi ser wî de bariya.
Hêviya min a ku sed bihar dîtibû lê hê şîn nebûbû, ji nişka ve şîn bû. Dilê min baxçê gulan da