"...Sinem heyran ji bona te dihebînim ew bajarê Miksê
ew mehela herfa hê û cîm û ca li nav e
gerdana stûyê Sînema mi zîvê zelal e bi zêr kildane
sêr bike bi ser sedrê delali da girt xunav e
hela tu bala xwe bidê gidîno gelo te nego Feqî gune ye
fenanî masiyê di binê behra av li ser bimiçiqe
li bajara Miksê da ji xwe ra wax bike ji bo qulmek av e
Sînem heyran ji bona te dihebînim ew bajara Miksê
gidi gelo mehela mehê carek dibe bihar
mi di pelê gulê û binevşê jor da ketibû li ser pelê dar
sêr bike vê sibengê te nego Feqî gune ye
vê sibengê bajara Miksê da fenanî masiyê di binê behran da
av li ser bimiçiqe ji xwe ra wax bike ji bo qulmek ava sar
mi nizanîbû feleka me xayîn e
bi min û Sînema delalî ra nadomîne
li bajara Miksê da dîtina min û Sînema delal
ji xwe ra heywax li min kir yekcar..."
Ew
Tu bûyî
Li ser perên balindeyek
Piçek şîn
Car caran bihar
Car caran zerî
Bi biharan ra em diketin nav pêlan
Me vedixwar ji şevên hênik û
Berhev dikir berbangan
Ji esmanê rûtenik
Me direşand ser zeriya payîzan.
Bihar dibû hilmek germ
Di nav bijangên min da
Xwe digîhand sewtûwewta dilê bitenê.
Spî dinizilî ji tîrêjên demsalan
Dibû keskesor dipêça hêsan
Sor bi kulîlkên gulanê
Diqulupî ser germahiya havînan...
Xecê got:
- ez dinerim ku hûn ji xwin rijandinê pê guh nadin ti tiştî. Biner li vê biharê, çi xweş bihar e, lê dinya dem û dewran e! Hûn wisa fort û zirtan li hember qîzê bavan dikin ma ji we re ne eyb û kêmanîyek giran e!